Gonca Gündoğduya Mêrdînî, hem kerr e hİm jî lal e. Lê astengiyên xwe ji xwe re nekirin hincet û dest bi hunera çîniyê kir. Gonca niha diçe kursa çîniyê û gelek berhemên balkêş çêdike.
Mamoste û hevalên wê pê re bi zimanê îşaretê xeber didin.
Ew jî ji bo di hunera xwe de pêş ve biçe, çi ji destê wê tê dike.
Gonca Gündoğduya Mêrdînî ku kerr û lal e xwest bibe xwedî hunerekê.
Dest bi kursa Çîniyê ya Qeymeqamiya Qoserê kir.
Di demeke kurt de him neqşandina çîniyê hîn bû him jî bi awayekî serkeftî hunerên ji hev xweşiktir çêdike..
Goncaya jêhatî bi ked û xebatên xwe bala mamosteyên xwe jî dikşîne.