Bibîranîna şehîdên Kayalıpınarê

Ji bo yadkirina 26 şehîdan merasîm hat lidarxistin

Bibîranîna şehîdên Kayalıpınarê

Midyatiyan şehîdên xwe ji bîr nekirin. Ji bo 26 welatiyên ku di sala 1993an de ji aliyê rêxistina terorî PKK’ê ve hatin şehîdkirin li gundê Miqreyê merasîm hat li darxistin. Di serî de qeymeqamê navçeyê, gelek rêvebirên leşkerî û sivîl beşdarî merasîmê bûn û ji bo şehîdan dia kirin.

Şehîdên Miqreya Midyatê îsal jî hatin bibîranîn.

26 welatiyên ku di sala 1993an de ji aliyê rêxistina terorî PKK’ê ve hatibûn şehîdkirin, li ser gorên wan hatin yadkirin.

Di serî de qeymeqamê Midyatê Tekin Dundar û Fermandarê Xarnîzona Midyatê Serheng Hüseyin dindar, ji rêvebirên sivîl û leşkerî gelek kes beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de ji bo şehîdan Qur’ana pîroz hat xwendin û dia hatin kirin.

Malbatên şehîdan dibêjin: “Êşa me gelekî mezin e. Yên ku ev kirin bila ji Xwedê bibînin.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE