Bihar hat guldexwîn vebûn

Li çol û çiyayên Colemêrgê û li deverên bilind ên Mûşê guldexwînan kulîlk vedan.

Bihar hat guldexwîn vebûn

Bi hatina biharê re çol û çiya û deşt û zozanên Colemêrg û Mûşê bi guldexwînan xemilîn.

Di serî de wênekêş û xwezager, gelek kes, ji bo kişandina resmên xweşik û balkêş bi kamerayên xwe berê xwe dan xwezayê.

Guldexwîn, mizgîniya biharê ne û her sal van çaxan vedibin.

Li Gevera Colemêrgê bi germbûna hewayê re her der bi guldexwînan sipî û sor bû.

Welatiyên ku ji bo dîtina guldexwînan derdikevin derve bi wan dîmenên xweşik mest dibin.

Li Mûşê jî rewş heman e.

Bi vebûna guldexwînan li herêmê dîmenên gelek balkêş çêbûn.

Di serî de wênekêş û çiyagerên Mûşî welatiyên ku berê xwe dan deşt û zozanan têra xwe resm kişandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE