Li Şırnakê bihar hat, deşt û çiya şîn dibin. Dawiya heftê ji bo dîtina bajêr gelek turîst tên bajêr. Çiyayên bilind, şikeftên xwezayî, kelehên dîrokî û cihên dîrokî. Turîst têra xwe digerin û bîna wan dertê li bajêr. Kêfa wan herî zêde jî ji geşt û gera serê çiyayan re tê.
Çiyayên bilind, şikeftên xwezayî, kelhên dîrokî, Mizgefta Mezin, Medreseya Sor, Dêrên kevn…
Şırnak bi dîroka xwe, bi mîmariya xwe ya kevn û bi xwezaya xwe bajarekî pirreng e.
Turîstên ku bo dîtina xweşikahiyên herêmê tên herî zêde jî bi geşt û gera li serê çiyayan kêfxweş dibin.
Niha li herêmê wextê geşt û gerê ye…
Bihar hatiye; deşt û çiya şîn bûne, kulîlkên rengorengo vedeane û çem guregur dikin.
Turîst têra xwe digerin kêf dikin û wêneyên ji hev xweşiktir digirin.