Geliyê Xursê yê li Kiziltepeya navçeya Mêrdînê bi şelale, ciyên seyranê û bi xweşikiyên xwe yên siruştî va balê dikşîne.
Geliyê Xursê li ser rêya Mêrdîn-Kiziltepeyê di kîlometreya 7emîn da cî digire.
Di dawiya hefteyê ji gelek bajar û navçeyên derûdorê meriv bi malbatên xwe ra tên herêmê û seyranê dikin. Hin welatî rûdinin û guhê xwe didin dengê çûkan û hin welatî jî ku hênik bibin xwe diavêjine gola biçûk ya li herêmê.
Ji welatiyan Mahsum Atay got ku li herêmê germahiya hewayê ji 40 pileyî derbas dibe û wiha axivî:
"Ev der ciyekî gelekî xweş e. Em bi hevalên xwe ra ji bo hênik bibin hatin vê derê. Cara ewil e em tên vê derê. Ji vir şûn da em ê her dem bên. Divê her kes vê derê bibîne."
Ji ziyaretvanan Muhammet Mahmut Kurtay got ku ew ji bo hênik bibin hatin gelî û wiha axivî:
"Hewaya vê derê paqij e û hêşinahî jî zehf e. Hin kes ji bo ditîna vê derê ji bajarên rojava tên. Em dikarin ji bo vê derê bibêjin bihuşta veşartî ya Kiziltepeyê ye."AA