Bikaranîna bermayiyên paç û cawan

Jinên Şanlıurfayê bûkokên ku çêdikin diyariyî zarokan dikin 

Bikaranîna bermayiyên paç û cawan

Jinên Şanlıurfayê bi paç û cawên bermayî bûkokan çêdikin. 

Bûkokên ku bi cil û bergên herêmî tên çêkirin ji bo jinan dibin deriyê qezencê. 

zarok jî bi van pêlîstokên xweşik gelek kêfxweş dibin. 

Ji terziyan qumaşên ku ji ber mane kom dikin û bi wan jî bûkokên gelek xweşik û balkêş çêdikin. 

Paşê jî van bûkokan diyarî zarokan dikin. 

Jinên Rihayê, paç û qumaşên ku ji ber terziyan mane ji nû ve bi kar tînin.  

Jinên ku beşdarî kursên Şaredariya Rihayê dibin, bi paçan bûkokan çêdikin. 

Paşê jî wan bi neqş û rengên herêmî dixemilînin. 

Jinên ku bi xêra vê xebatê pereyan qezenc dikin ji projeyê gelek memnûn in.

Bûkokên ku tên çêkirin ji bo berdewamiya çand û hunera herêmê gelek giring in.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE