“Bila Behra Wanê Gemarî Nebe”

Aktîvîstan ji bo Behra Wanê paqij bimîne dest bi çalakiyan kir

“Bila Behra Wanê Gemarî Nebe”

Behra Wanê yek ji xweşikiyên herêmê ye. Ji bo ava Behra Wanê gemarî nebe, aktîvîstan bi bisqilêtan dest bi çalakiyan kir.

Ji bo Ava Behra Wanê paqij bimîne çalakiyên aktîvîstan didomin.

4 dilxwazên endamê Komeleya Aktîvîstên Behra Wanê, ji bo bale bikşînin ser parastina behrê bi bisqilêtên xwe ji Erdîşê dan rê.

Çalakiya wan dê 11 rojan dewam bike û li Mêrsînê xelas bibe.

Li Rihayê jî Komeleya Klûba Bisqilêtajoyan ji bo xwedîderketina Behra Wanê çalakiyek da destpêkirin.

Endamên komê ji Gola Masiyan a Rihayê av girtin û ji bo wê avê li Behra Wanê birêjin, bi bisqilêtan dan rê.

Aktîvîstan berî vê jî çalakiyên bi vî rengî kiribûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE