Koma dildarên xwezayê, li ser medyaya civakî jı bo ku li Dêrikê şînayî zêde bibe kampanyayek da destpêkirin. Komê berû dan hev û birin li Çiyayê Mazî çandın.
Dêrika Çiyayê Mazî komeke dildaran ji bo ku li çiyayên navçeyê şînayî zêdetir bibe kampanyayek çêkir.
Koma Dildarên Xwezayê pêşî ji çiyayan nêzîkî tonekê berû û mazî çinîn.
Dildaran berûyên xwe anîn Çiyayê Mazî û bi destên xwe çandin.
Komê îsal nêzî tonekê berû çal kirin. Dildar dixwazin sala bê jî vê kampanyayê bidomînin.