Berf, baran û qeşa… Zivistan e, dinya sar e. Li Siirtê, xwendekaran ji bo heywanan ji malzemeyên mayî hêlîn û malok çêkirin.
Ji bo pisîk û çûkan 400 hêlîn û malok çêkirin…Û pişt re ew birin li kûçe û kolanan danîn.
Li Sêrtê xwendekarên dibistana navîn a Fevzî Çakmakê, wek çalakiyeke berpirsiyariya civakî, ji bo heywanan ji tiştên bermayî hêlîn û malok çêkirin.
Zarok dixwazin teyr û tilûr necemide...
Welatî jî bi vê kirina xwendekaran zahf razî bûn.