Şaredariya Sêgirka Qilêbana Şırnakê, ji bo ku heywanên li çolê zivistanê birçî nemînin xebatek da destpêkirin. Şaredarî mehaniyê dide kesên ku hesp û hêstirên li çolê tînin û xwedî dikin.
Şaredariya Sêgirka Qilêbana Şırnakê ji bo hesp û hêstirên bêxwedî yên li çolê kampanyayek da destpêkirin.
Şaredarî ji bo kesên ku 30 heywanên li çolê xwedî dikin 4 hezar lîre mehanî û êm dide.
Piştî vê kampanyayê gelek welatiyan heywanên li çolê anîn û xwedî dikin.
Şaredar Alîhan Babat bi perê xwe 4 kamyon ka û 2 kamyon jî êm stand.
Alîhan Babat dibêje; ez ê havînê ji bo van heywanan cihekî jî çêkim.