Bila sewî bê cil û berg nemînin

Kerwana Hêviyê ji bo 200 zarokên hewcedar alîkariya cil û bergan kir.

Bila sewî bê cil û berg nemînin

Kerwana Hêviyê ya Batmanê beriya cejna qurbanê bi projeyekê ji bo zarokên sewî û hewcedar alîkariya cil û bergan kir.

Li Batmanê Kerwana Hêviyê ji bo ku zarokên sewî di cejnê de kêfxweş bibin projeyek da destpêkirin.

Di çarçoveya projeyê de 200 zarokên sewî û hewcedar hatin tespîtkirin û ji bo wan cil û berg hatin temînkirin.

Endamên Kerwana Hêviyê zarokên hewcedar birin maxezayan û ji wan re cil û berg stendin.

Zarok ji bo vê alîkariyê pir kêfxweş bûn.

Kerwana Hêviyê ji xeynî vê projeyê ji bo malbatên feqîr jî alîkariya maddî dike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE