“Bila zarok bê pêlîstok nemînin”

Li zarokên gundê Kanîqûlê (Esence) 250 pêlîstok hatin belavkirin

“Bila zarok bê pêlîstok nemînin”

Li Êlîhê komek xêrxwaz hat bal hev û ji bo zarokan pêlîstok kom kirin. Koma xêrxwazan pişt re ew pêlîstok birin li zarokên gundê Kanîqûlê belav kirin.

Li Êlîhê komek li ser medyaya civakî bi babeta “bila zarokên gundan bê pêlîstok nemînin” hatin bal hev.

Di vê çarçoveyê de koma xêrxwazan ji bo zarokan gelek pêlîstok berhev kirin.

Pişt re ew pêlîstokên cûr bi cûr birin li zarokên gundê Kanîqûlê belav kirin.

Zarok ji bo diyariyan gelek kêfxweş bûn.

Dîroka nûkirinê: 09 Tîrmeh 2019, 12:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE