Binê wê girê da, gore xistin piyên wê

Beytar xwedî li cehşikê derket û ew bir mala xwe

Binê wê girê da, gore xistin piyên wê

Akademîsyen Îbrahîm Kurban li Stenbolê li ser rê cehşikek dît û xwedî lê derket. Kurban cehşika çend rojî bir mala xwe û niha li malê xwedî dike.

Binê wê girê da. Gore xistin piyên wê. Bi zarokên xwe re pê re lîst. Ev cehşika çend rojî êdî ji vê malbatê ye.

Li Avcilara Stenbolê li ser rê hat dîtin. Diya wê ne li ba wê bû. Birin Zanîngeha Stenbolê û teslîmî hîndekarên Beşa Beytariyê kirin.

Akademîsyen û beytar Îbrahîm Kurban jî cehşik bi xwe re bir malê.

Li malê bi jina xwe ya beytar re wekî ku li zarokên xwe binêrin cehşikê xwedî dikin. Jê re cihekî taybet amade kirin.

Bi cehşikê herî zêde kêfa zarokan hat. Jin û mêr li diya cehşikê digerin lê hêj nedîtine.

Cehşik li malê ji xwe re kêf dike û tu tişt ne xema wê ye.

Dîroka nûkirinê: 16 Tebax 2019, 17:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE