Biratiya nameyan a Mêrdîn û Kocaeliyê

Xwendekarên lîseyan ên Mêrdîn û Kocaeliyê bi nameyan têkilî danîn.

Biratiya nameyan a Mêrdîn û Kocaeliyê

Di navbera xwendekarên lîseyeke Midyada Mêrdînê û yên lîseyeke Kocaeliyê de biratiya nameyan hat sazkirin. Xwendekarên van lîseyan ji hev re nameyan dişînin. Ligel hevalên xwe yên bi sedan kîlometre dûr têkiliyeke xurt çêkirin.

Şandina nameyan hema hema hatiye jibîrkirin.

Ji ber ku navgînên ragihandinê yên teknolojîk gelek bi pêş ketin, êdî zêde kes ji kesî re nameyan naşîne.

Digel vê yekê xwendekarên Mêrdînê bi xwendekarên Kocaeliyê biratiya nameyan saz kirin.

Xwendekarên Lîseya Anadoluyê ya Keçikan a Azizi Önen a Midyada Mêrdînê û xwendekarên Lîseya Anadoluyê ya Yarımca ya Körfeza navçeya Kocaeliyê ji hev re nameyan dinivîsin û dişînin.

Xwendekar behsa îklim, dîrok û xweşikiya sirûştê ya herêma xwe dikin; hêvî û xeyalên xwe ji hev re dinivîsin.

Bi vê diyalogê têkiliyeke xurt çêdikin.

Bi vê yekê tê xwestin ku hestên xwîşk û biratiyê, alîkariyê û piştevaniyê bêhtir xurt bibin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE