Bircê Yêdîqardeşê yê li sûrên dîrokî hat paqijkirin û ronîkirin

Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin da hat destnîşankirin ku xebatên restorekirina Sûrên Diyarbekirê yên di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da cî digrin dewam dikin.

Bircê Yêdîqardeşê yê li sûrên dîrokî hat paqijkirin û ronîkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê di çarçoveya xebatên restorasyonê da Bircê Yêdîqardeşê yê li sûrên dîrokî da paqijkirin û ronîkirin.

Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin da hat destnîşankirin ku xebatên restorekirina Sûrên Diyarbekirê yên di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da cî digrin dewam dikin.

Serokatiya Daîreya Îmar û Bajarvaniyê di 10ê tebaxa 2020î da li bircên Nûr, Yêdîqardeş, Evlîbeden Selçûqî û Urfaqapiyê xebatên restorasyonê dabû destpêkirin. Jisedî 86ê restorasyonê hat temamkirin.

Li Bircê Yêdîqardeşê axa di ser hev da ketibû hat paqijkirin û polên binî hatin dîtin. Kevirên sûrê yên ketibûn jî hatin derxistin û ji bo parastina orjînalbûnê dîsa li dewsa wan hatin bicîkirin.

Di restorasyonê da amûrên wisa hatin bikaranîn ku orjînalbûna sûrê xirab neke.

Ji bo hundirê Bircê Yêdîqardeşê baş were dîtin jî ronî hatin bicîkirin.

Ji bo zirarê nedin sûr û dîwaran bi teknîkeke taybet va kablo hatin raxistin. Li bircê ku hat ronîkirin dîmenên xweşik derketin holê.

Li bircê hê tên restorekirin jî roniyê werin bicîkirin.

Di ketebeya Bircê Yêdîqardeşê da tê gotin ku birc di sala 1208an da li ser navê Melîk Salihê Hikimdarê Artûqiyan û bi destê Yahyayê kurê Îbrahîm yê mîmar hatiye avakirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE