Birecika Şanlıurfayê bi bacanên xwe yên reş navdar e. Li navçeyê her sal bi tonan bacanên reş çêdibin û belavî çar aliyên welêt dibin. Dikandarên kebabê dibêjin kebab bê bacana reş çênabin.
Gava bacanên reş tê gotin li herêmê Birecîka Şanlıurfayê tê bîra her kesî.
Birecîk bi hewa û axa xwe tehmeke cuda û balkêş dide bacanên reş.
Li navçeyê gelek welatî debara xwe bi bacanên reş dikin.
Xwediyên xwaringehan jî ji van bacanan razî ne û dibêjin bacanên reş ên Birecikê tehmeke xweş didin kibabê.
Bacanên reş ên Birecikê ji aliyê Saziya Patent û Markayê ya Tirkiyê jî hatiye tescîlkirin.