Birinca Qerejdaxê ya tescîlkirî bi destê jinan tê çandin

Birinca Qerejdaxê ya tescîlkirî bi destê jinan tê çandin

Birinca Qerejdaxê ya ku bi tahm, reng û aromaya xwe va tescîlkirî ye û li Diyarbekirê li quntara Qerejdaxê li eraziyên bi kevirê bazalt tê çandin bi destê jinan hat çandin. 

Ji bo birinca Qerejdaxê ya ji ber ku cihê lê tê çandin bi kevir e, çandinî, avdan û debra wê da hewceyî bi hêza mirovan heye heyama çandinê dest pê kir. 


Qaymeqama Çinarê Guher Sînem Buyuknalçaçiyê li gundê Yarimkaşê bi jinan ra birinc çand û daxuyanî da nûçegihanên AAyû û got ku ev tahma ku ji hêla Saziya Marqe û Patentê ya Tirkan va hatiye tescîlkirin li eraziya volkanîk bi awayekî organîk û tebiî tê çandin.

Buyuknalçaçiyê got ku birinca Qerejdaxê bi temamî bi keda mirovan bêyî ku tu madeyêpn din bên bikaranîn tê çandin û ev gotin: "Dema mirov bi mînakên din ên lşi dinyayê ra dide ber hev rêjeya proteîna wê gelekî bilind e, rêjeya şekirê gelekî kêm e kû ji her koma tenduristiyê mirov dikarin bi rehetî bixwqin."

Buyuknalçaciyê got ku îsal eraziya ku lê birinc hat çandin di çarçoveya daxwazan da bi piştgiriyên hatin dayîn va derxistin 5 hezar dekarî û got ku jin di hilberînê da roleke girîng dilîzin. 


 

Buyuknalçaciyê axaftina xwe wiha berdewam kir:

"Bi milyon salan berê volkanek teqiyaye û ev kevirên reş belavî her derê bûne. Jinên me van didin aliyekî, ji bo zeviyê ji xwe ra cî vedikin. Van deran bi avê tijî dikin û lê birincê diçînin. Di van şert û mercên dijwar da ji zeviyê heta ser sifrê destê jinan heye. Me ji bo ku vê berhema ku evqas biqîmet e û keda jinan tê da heye li Tirkiyeyê û dinyayê bê nasandin kooperatîfek ava kir. Em ê bi kooperatîfên xwe yên jinan va vê berhemê bigihînin marketên mezin."

- "Biqasî zehmetiya wê tahma wê jî heye"

Sevda Gulçera ku li zeviya malbata xwe birinc çand jî got ku wek jin bi mêran ra zeviyên xwe diçûnin. 

Gulçerê got ku tahma birinca wan gelekî xweş e lê çandiniya wê jî ewqas zehmet e û wiha axivî: 

"Em pêşî keviran dineqînin, Di mehên nîsan û gulanê da jî çandiniyê dikin. Biqasî zehmetiya wê tahma wê jî xweş e. Em dixwazin ku birincê Qerejdaxê bigihîje her derê."

- "Di nav 40 rojî da diqede"

Mehmet Saît Gulçerê mxtarê gundê Yarimkaşa ku yek ji sehayên girîng ên çandiniya birinca Qerejdaxê ye jî da zanîn ku birinca Qerejdaxê bi temamî bi hêz û keda mirovan tê çandin. 

Gulçer got ku tescîlkirin û marqebûna birincê qîmeta wê zêde kir û wiha axivî: "Berê kesên ku li vir dijiyan û tahma wê dizaniyan birinca Qerejdaxê dixwarin. Berê carna 2 salan birinc destê me da dima. Niha di nav 40 rojî da diqede. Ji ber ku hem bi tahm e hem jî ji ber ku hatiye tescîlkirin li her derê tê nasind. Yên ku bielimin vê tahmê nikarin birincekî din bixwin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE