Biryara derbarê hin mesrefên dawetê de

Hin eşîrên li Hezoyê biryar dan ku êdî ji mala zaveyan tenê 80 gram zêr bê xwestin.

Biryara derbarê hin mesrefên dawetê de

Li Hezoya Êlihê endamên eşîra Bekiran ji bo ku barê mala zaveyan sivik bikin, li hev civiyan. Ji civîna wan biryarek derket. Li gorî biryarê wê êdî ji mala zaveyan tenê 80 gram zêr bê xwestin û wê merasîma xelatavêtinê jî neyê lidarxistin.

Bihayê zêran gelek giran bû. Her ku diçe zewaca ciwanan zor û zehmet dibe.

Li Hezoya navçeya Êlihê hin endamên eşîra Bekiran ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê li hev civiyan.

Şêx, seyîd, rûspî û giregirên eşîrê tevlî civînê bûn.

Di civînê de biryar hat dayîn ku êdî ji mala zaveyan herî zêde 80 gram zêr bê xwestin û merasîma xelatavêtinê jî neyê kirin.

Ciwanên Bekirî ji biryarê kêfxweş in.Beşdaran ji endamên eşîrê xwestin ku tu kes neçe dawetên wan kesên ku zêde zêran dixwazin.

Hin eşîrên li Kozlukê biryar dan ku êdî ji mala zaveyan tenê 80 gram zêr bê xwestin

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE