Bûk jî zava jî cêwî ne

Li Orduyê herdu xwişkên cêwî Neslîhan û Nagihan Cunî bi herdu birayên cêwî Mustafa û Mehmet Uslu ra zewicîn

Bûk jî zava jî cêwî ne

Li Orduyê herdu xwişkên cêwî Neslîhan û Nagihan Cunî bi herdu birayên cêwî Mustafa û Mehmet Uslu ra zewicîn.

Mustafa û Mehmet Usluyê cêwî çendek berê Neslîhan û Nagihan Cuniya cêwî ku li navçeya Çaybaşiyê dijîn, nas kirin.

Mustafa Uslu û Neslîhan Cuniyê, Mehmet Uslu û Nagihan Cuniyê li hev kirin û biryara zewacê dan.

Xwişk û birayên Cunî û Uslu piştî merasima destgirtinê ji bo ku dewata xwe bi hev ra bikin, roj danîn.

Herdu bûk û zavayên cêwî dewata xwe li taxa Ataturkê di salona dewatê da kirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Cotmeh 2019, 16:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE