Bûka Çînî li Tirkıyê bi piştgiriya hîbeyên KOSGEBê bû muteşebîs. Yînga ku li Moskowê ji xortekî Çewligî hez kir û pê re zewicî, niha li Çewligê panelên enerjiya tavê çê dike.
Li Moskowê hevudû nas kirin û ji hev hez kirin.
Piştre xwestin bizewicin.
Yinga Çînî ku 24 sal berê li Moskowê Rojnamegerî dixwend, dilê wê ket Aydin Sariyê Çewligî.
Herdu zewicîn û vegeriyan Çewligê.
Bûka Çînî Ying, li Çewligê xwest li ser panelên enerjiya tavê bixebite.
Serî li KOSGEB’ê da û piştî kursa miteşebisiyê 50 hezar lîre hîbe wergirt.
Niha kargeha xwe vekiriye û xizmetê dide Çewligê.
Bûka Çînî hinekî zazakî jî hîn bûye û dibêje: “Ez ji zaza û Çewligiyan hez dikim.”