“Bostanê xêrê”

Zebzeyên ku li vî bostanî digihîjin li hewcedaran tên belavkirin

“Bostanê xêrê”

Li Ağına Elazığê di çarçoveya kampanyaya “Em Besî Hev in Türkiye”yê de baxçeyê xêrê hatiye avakirin. Fêkî û zebzeyên ku lı vî baxçeyî tê gıhandın jı bo hewcedaran tê belavkırın.

Piştgiriya ji bo kampanyaya “Em Besî Hev in Türkiyeyê” berdewam e.

Li navçeya Ağınê ya Elazığê jî, şaredariyê projeyeke kêrhatî xistiye rewacê.

Li bajêr bostanekî zebzeyan hatiye avakirin.

Fêkî û zebzeyên ku li wê derê digihîjin rasterast ji bo hewcedaran tên belavkirin.

Şaredarê Ağınê Ali Uslu hin caran bi destê xwe zebzeyan dide hewcedaran.

‘’Uslu got, Nêzî hefteyekê ye em berê xwe radikin. Îsal me li ser erdeke 3 donim bostan danî. Xwedê hez ke sala bê em ê vê qadê zêdetir bikin.

Gelek caran hewcedar bi xwe dikevin baxçeyan û têra xwe zebze kom dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE