Buryana Bîdlîsê

Di tenûran de 2-3 saetan dipije û tehmeke wê ya gelek xweş heye...

Buryana Bîdlîsê

Bi dehan cûreyên xwarina goşt hene; hin kes dikelîne û dixwin, hin kes dibirêjin, lêbelê Bîdlîsî jî bi buryana xwe meşhûr e û awayekî dinê goştê sor dixwin.

Li Bidlîsê heywanên yeksale û bi taybetî jî hevûrîyên qelew di tenûran de, di hilma xwe de tên pijandin û ji bo xwarinê tên amadekirin.

Hosteyên buryanê yên Bidlîsî bi awayekî taybet ji bajarên dinê bi awayekî cuda buryana Bîdlîsê çê dikin.

Sibehan saet ji 5an heta saet 9an bêtir avşork li xwarinxaneyên Bidlîsê tê xwarin û piştî saet 9ê sibehê jî serwîsa buryanê dest pê dike.

Kesên ji derveyî bajêr tên bi piranî berê xwe didin xwarinênxaneyên ku buryana Bidlîsê çê dikin û li wê derê avşork û buryana teze û germ dixwin.

Bîdlîsî ji goştê her heywanê buryanî çê dikin, lêbelê ji bo ku donê wan kêm e bêtir ji heywanên yeksale û hevûrîyan buryanê çê dikin û ev yek dibe sedema tercîhkirina mişterîyan jî.

Dîroka nûkirinê: 14 Tebax 2019, 17:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE