Bûye dest û piyê mêrê xwe

10 sal in bi fedekariyeke mezin li mêrê xwe yê astengdar dinêre

Bûye dest û piyê mêrê xwe

10 sal in mêrê xwe li pişta xwe dike û hemû îhtiyaç û pêdiviyên wî bi cih tîne. Fatma Bala ku li Gaziantepê dijî, piştî mêrê wê di qezayekê de ji piyên xwe seqet dimîne, ji wê rojê û vir ve bi hesasiyeteke mezin li mêrê xwe dinêre, hemû ihtiyaç û pêdiviyên wî peyda dike. Fatma Bal dibêje; em bi qederê bawer in, ji bo wê em qet gilî û gazinan nakin.”

Deh sal in wekî çavê xwe li mêrê xwe yê astengdar dinêre.

Fatma Bala 55 salî ku li Entabê dijî, piştî ku mêrê wê di qezayê de ji piyên xwe seqet ma, bi fedekariyeke mezin bûye dest û piyên wî.

Xaltîka Fatma, her roj ji tiraşa wî bigire heta paqijiya wî û xwarin û vexwarina wî bi hesasiyeteke mezin bi zilamê xwe re eleqedar dibe.

Ez ji tiraşa wî bigire heta paqijiya wî pê re eleqedar dibim. Ji derve ev karekî zehmet xuya dike, lê ne wisa ye. Bi salan wî fedekarî kir li me nêrî, niha divê em lê binêrin.

Xalê Evdila dibêje; “Xwedê ji xanima min razî be. Fedekariyeke mezin nîşan dide. Ger ji wê neba, rewşa min wê zêdetir xirab biba.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE