Çû kursê, bû xwedîkar

Bi saya kursê hînî karê telkariyê bû....

Çû kursê, bû xwedîkar

Sevgi Kaymaza qoserî, bi saya kursa telkariyê ya şaredariyê ji xwe re karek dît. Kaymaza ku 4 mehan çû kursê, ji xwe re li kargehekê îş dît û dest bi kar kir.

Bi saya kursa Şaredariya Qoserê, bû hosteyê telkariyê.

Sevgi Kaymaza 22 salî ku li Qoserê dijî, ji bo hînî karê telkariyê bibe beşdarî kursa şaredariyê bû.

Li kursê 4 mehan perwerde bû û di kargehekê de ji xwe re kar dît.

Kaymaz, niha him hunera xwe pêşve dibe him jî bi vî karî debara xwe dike.

Kaymaz dibêje kursên bi vî rengî ji bo mirovan îmkaneke pir baş e.

Dîroka nûkirinê: 10 Kanûn 2018, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE