"Çalakiya asîman" a li Keleha Zêrzêvanê dê sûdê bide danasîna Diyarbekirê

Bi piştgiriya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê, Wezareta Ciwanî û Werzişê, TUBÎTAK, Ajansa Fezayê ya Tirkiyeyê, Walîtiya Diyarbekirê û Ajansa Pêşketina Qerejdaxê 2-4ê Îlonê li nêzîkî Çinara Diyarbekirê li Keleha Zêrzêvanê "Çalakiya Çavdêriya Asîman a Zêrzêvana Diyarbekirê ya Navneteweyî ya 2021ê" bi rê va biçe.

"Çalakiya asîman" a li Keleha Zêrzêvanê dê sûdê bide danasîna Diyarbekirê

Li Diyarbekirê "Çalakiya Çavdêriya Asîman a Zêrzêvanê Diyarbekirê ya Navneteweyî ya 2021ê" ku dê li Keleha Zêrzêvanê ya dîrokî ya 3 hezar salî ya di Lîsteya Berwext a Kelepora Cihanê ya UNESCOyê 2-4ê Îlonê were lidarxistin, dê sûdê bide danasîn û turîzma bajêr.

Bi piştgiriya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê, Wezareta Ciwanî û Werzişê, TUBÎTAK, Ajansa Fezayê ya Tirkiyeyê, Walîtiya Diyarbekirê û Ajansa Pêşketina Qerejdaxê 2-4ê Îlonê li nêzîkî Çinara Diyarbekirê li Keleha Zêrzêvanê "Çalakiya Çavdêriya Asîman a Zêrzêvana Diyarbekirê ya Navneteweyî ya 2021ê" bi rê va biçe.

2 meh e amadekariyên çalakiyê tên kirin

Sekreterê Giştî yê Ajansa Pêşketina Qerejdaxê Dr. Hasan Maral ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, çalakiya ku îsal dê ji bo cara 23yem were lidarxistin, dê li Keleha Zêrzêvanê be.

Maral bal kişand, armanca wan ew e ku meraqdarên asîman bînin bal hev.

Maral diyar kir ku 2 meh e amadekariyên çalakiyê tên kirin, serîlêdan bi rêya Wezareta Ciwanî û Werzişê, Çavdêrxaneya Neteweyî ya TUBÎTAKê û Ajansa Pêşketina Qerejdaxê hatin wergirtin, qure hat kişandin û her wisa yên ku mafê beşdariyê bi dest xistin hatin kifşkirin.

Maral got li Keleha Zêrzêvanê teleskop hatin bicihkirin ku esman bê raçavkirin û ew bendê ne 1500 kes beşdarî çalakiyê bibin.

Maral anî ziman di çarçoveya çalakiyê da atolyeyên ceribandinê yên 7 navendên zanistê wê xebatan bikin, sewirandina alavên çavdêriya esman wê bên kirin û perwerdeya pîlotiyê ya ji bo ÎHAyan û perwerdeyên din wê bên dayîn.

Keleha Zêrzêvanê bala dinyayê dikşîne

Maral daxuyand li Diyarbekirê gelek hebûnên çandî yên hatine tescîlkirin hene, lê di demên dawîn da ji ber ku Perestgeha Mîtrasê li Keleha Zêrzêvanê hat dîtin keleh zêdetir balê dikşîne.

Maral got keleh wê bibe cihekî girîng ê ku li çavdêriya esman lê tê kirin, piştî vê çalakiyê gelek turîst wê bên û ew ê jî tesîreke baş li ser aboriya bajêr bike.

"Şahiyên esman wê her sal li Diyarbekirê çêbibin"

Serokê Heyeta Kolandinê Doç. Dr. Aytaç Coşkun jî got li Tirkiyeyê cihê herî baş meriv bikaribe çavdêriya esman bike Keleha Zêrzewanê ye.

Coşkun got di çalakiyê da gelek çavdêrî wê çêbibin, ji bilî vê atolye hatin avakirin ku perwerdeya feza û astronomiyê ji zarok û ciwanan ra bê dayîn.

Coşkun anî ziman ji bo bala zarok û ciwanan ji van xebatan ra bê kişandin keleh cihekî giring e.

Coşkun diyar kir ku çalakî ji bo danasîna herêmê gelekî giring e û wiha pê da çû:

"Gelek kes ê li vê derê bin. Ji vê şûnda her sal şahiyên asîmanan ew ê li DIyarbekirê werin lidarxistin. Çalakî ji bo danasîna Diyarbekirê û zêdebûna ziyaretvanên Zêrzêvanê giring e. Bi vî awayî em tevkariyê didin danasîn û turîzma Diyarbekirê. Niha hejmara ziyarevanên Keleha Zêrzêvanê ji 100 hezarî derbas bû. Hejmarê hê jî zêde bibe. Em li bendê ne ku hetanî dawiya salê 400 hezar kes werin vê derê. Piştî van çalakiyan hejmarê zêde bibe."

Amadehiyên li Keleha Zêrzêvanê hema bêje temam bûn

Xebatên ji bo çalakiya li Keleha Zêrzêvanê ya ku 1500 zanyarên fezayê ew ê beşdar bibin hatin asta dawîn.

Ji bo çalakiyên armanca wan ew e ku eleqeya civanan bikişînin ser Bernameya Fezayê ya Neteweyî 40 konên ji salonên semînerê, pêşbazî, atolye, mescîd, xwarinxaneyê pêk tên û 500 konên ji bo mazûvaniya mêvanan hatin avakirin.

Beşdarê bi pisporan ra li Keleha Zêrzêvanê ya li Tirkiyeyê ji 10 ciyên herî baş ên temaşekirina asîmanan ra werin ba hev û der barê xebatên astronomiyê yên li Perestgeha Mîthrasê da agahiyan bistînin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE