Çalakiya çêkirina peykerên ji heriyê

Ciwan di çalakiya li İpekyoluyê de bi hev re peykerên çanda herêmê çêdikin

Çalakiya çêkirina peykerên ji heriyê

Navenda ciwanan a İpekyoluya Wanê ji bo ku bala ciwanan bikişîne ser kursan, çalakiya peykerên ji heriyê li dar xist. Di çalakiyê de ciwan bi hev re peykerên çanda herêma wanê çêdikin.

Navenda Ciwanan a Îpekyoluyê di gelek waran de kursên perwerdeyê dide.

Gelek ciwan beşdarî kursan dibin û hînî hunerên cûr bi cûr dibin.

Navenda Ciwanan herî dawî ji bona ku zêdetir bala mirovan bikişîne, çalakiyeke peykarên ji heriyê li dar xist.

Di çalakiyê de peykerên wek pisîkên Wanê, masiyên Wanê, jinên Anadolê û rolyefên Ûrartûyan bi herî û teknîka modelkirinê tên çêkirin.

Ciwan ji çalakiya Navenda Ciwanan gelek memnûn in.

Rêvebirên Navenda Ciwanan dixwazin ku her kes beşdarî çalakiyê bibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE