Li Elezîzê, xwendekarên beşa pêwendiyên bi gel re û danasînê ya Zanîngeha Firatê, ji bo jinên gundan çalakiyeke taybet li dar dixin. Di vê çarçoveyê de xwendekar, jinên gundan tevlî aktîvîteyên wekî lîstika bowlingê, sînema, restoran û kuaforê dikin.
Xwendekarên Beşa Pêwendiyên bi Gel re û Danasînê ya Fakulteya Ragihandinê xwestin ji bo jinên gundan xebatekê bikin.
Xwendekaran bi navê “Jinên Gundan li Bajêr Tevlî Aktîvîteyan Dibin” çalakiyek li dar xist.
Di çarçoveya çalakiyê de xwendekar û jinên gundan bi hev re diçin sînema, bowling, restoran û kuaforê.
Xwendekar bi vê xebatê dixwazin ku jinên gundan zêdetir tevlî jiyana civakî bibin.
Xwendekar dibêjin ku wê di rojên bê de jî xebata wan dewam bikin.