Çalakiya ji bo parastina Gola Vanê

Aktivîst bi bisîkletan ji Vanê bi rê ketin û ber bi Ankarayê ve diçin

Çalakiya ji bo parastina Gola Vanê

Hin aktîvîst ji bo ku balê bikşînin ser parastina Gola Vanê dest bi çalakiyekê kirin. Aktîvîst bi bisîkletan ji Vanê bi rê ketin û wê biçin Ankarayê. Şevekê li Muşê man û piştre dîsa bi rê ketin.

Di salên dawî de Gola Vanê hat qirejkirin û ji bo parastina Gola Vanê divê qanûnek were derxistin.

Bi vê sloganê hin aktîvîst li bisîkletan siwar bûn û ber bi Enqereyê ve bi rê ketin.

Ew dibêjin him însanên ku tên pîknîkê qirejiyê dikin him jî kanalîzasyona hin cihan li ser Gola Wanê ye.

Koma aktîvîst ji bo ku bala însanan bikşînin ser vê meseleyê li Mûşê sekinî û şevekê li bajêr ma.

Aktîvîst dîsa ber bi paytext ve bi rê ketin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE