Çalakiyên "Roja Taştê ya Cîhanê" cara ewil par hatin lidarxistin

Hesabên medyaya civakî wê di "Roja Taştê ya Cîhanê" da bi wêneyên taştêya Vanê bixemilin

Çalakiyên "Roja Taştê ya Cîhanê" cara ewil par hatin lidarxistin

Ji bo piştgiriya nasandina taştêya Vanê yekşema ewil a hezîranê "Roja Taştê ya Cîhanê" ye, lê ji ber ku di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da roja yekşemê derketina derva qedexe ye, îsal ji dêvla festîvalê roja taştê wê li ser medyaya civakî were pîrozkirin.

Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Vanê (TSO) ku pêşengiya şikênastina rekorê ya "sifreya taştê ya herî qerebalix" kir û Vanê bi vê rekorê kir Pirtûka Rekorên Guinnessê, wê di 6ê hezîranê da cara duyemîn çalakiyên "Roja Taştê ya Dinyayê" li dar bixe.

Vaniyên ku li Vanê dijîn, yên ku li çar aliyê welêt û gelek welatan dijîn, wê wêneyên taştêya ku li malê amade kirine, di binê sernaveke wê were kifşkirin da li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve bikin.

Çalakiyên "Roja Taştê ya Cîhanê" caraewil par hatin lidarxistin û Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî jî li ser hesabê xwe yê Twitterê dîmenek parve kirinû piştgirî dabû çalakiyan. Îsal jî ji bo çalakiyan amadehî tên kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE