Îsal dewletê ji sedî 75 piştgiriya hîbeyê da cotkaran. Ji bo vê yekê, li deşta Muşê li gorî salên din zêdetir ceh û genim hat çandin. Bi qasî milyonek 300 hezar donim erd cara ewil hat rakirin.
Wezareta Çandinî û Daristanan îsal ji bo 23 bajaran ji sedî 75 piştgiriya hîbeyê da.
Cotkaran jî îsal li zevî û erdên xwe ceh û genim çandin.
Cotkarên Muşî îsal cara ewil bi piştgiriya Wezareta Çandinî û daristanan milyonek û 300 hezar donim erd çandin.
Cotkar dibêjin me îsal him zêdetir zevî çand, him jî saleke bi bereket bû.
Tê texmînkirin ku îsal cotkar bi qasî milyarekî pere qezenc bikin û aboriya Muşê jî bi pêş keve.