Ji ber şewbê, di gelek waran de kar û bar hatine sekinandin. Lê kar û barên çandiniyê dewam dikin. Li rihayê, xebatkarên çandiniyê rûyên xwe dipêçin û ji hev dûr dixebitin.
Li Şanliurfayê bi hatina biharê re, xebatên çandiniyê jî dest pê kir.
Xebatkar niha sedirên sewzeyan diçînin.
Ji ber şewba koronayê, xebatkar bi tevdîr hereket dikin. Ew him rûyê xwe dipêçin him jî ji hev dûr dixebitin.
Li Şanliurfayê her sal bi hezaran donim zevî, sebze tên çandin.
Ji bo berdewamiya jiyanê divê xebatên çandiniyê nesekininin û hilberîn dewam bike.