Li herêmê digel şewba koronayê û Meha Remazanê jî çandinî didome. Cotkaran dest bi çandiniya garis û pembû kirin. Karkerên ku bi keda helal dixebitin, di bin germahiya 35 pîleyî de jî rojiyê digrin.
Ji ber şewbê, di gelek waran de kar û bar hatine sekinandin. Lê kar û barên zîreatê dewam dikin.
Li Diyarbekirê bi hatina biharê re, xebatên çandiniya garis û pembû jî dest pê kir.
Cotkarên kedkar, di nav erdê bibereket de bênavber dişixulin.
Di rojên vîrûsa koronayê de girîngiya tekstîlê derket holê. Bi saya hilberîna pembû, ti kes bêmaske nema.
Ji ber şewba koronayê, xebatkar bi tevdîr hereket dikin. Ew him rûyê xwe dipêçin him jî ji hev dûr dixebitin.
Karker tevî hewaya germ û şertên dijwar ên xebatê jî rojiya xwe digirin.
Ji bo berdewamiya jiyanê divê xebatên çandiniyê nesekininin û hilberîn dewam bike.