Li Mûşê piştî ku bendav tijî bûn, avdana erdan jî dest pê kir. Li gorî agahiyên Midûriya DSİ’yê li herêmê wê îsal çandinî û hilberîneke baş were kirin.
Bi xêra şilî û şepela îsal, bendavên Mûşê bi dev re tijî bûn.
Bi saya tijîbûna bendavan li Deşta Mûşê jî avdana erd û zeviyan dest pê kir.
Li gorî agahiyên Midûriya DSİyê bi tijîbûna bendavan re wextê avdaniyê jî zû dest pê kiriye.
Tê ragihandin îsal wê li herêmê çandiniyeke baş were kirin.
Bi xêra vê jî wê qezenca cotkaran gelek baş bibe.