Sîr ji bo tenduristiyê jî hewce ye ji bo tehma xwarinan jî tê tercîhkirin. Li Gaziantepê ji ber zêdebûna hewcedariya bi sîran, îsal 2 qat zêde sîr hat çandin.
Bi saya sîran pergala bedenê ya xwe parastina li hemberî nexweşiyan bêhtir xurt dibe.
Û ji bo tehma xurekan jî bêguman tê tercîhkirin.
Li Gaziantepê ji ber ku hewcedarî pê zêde ye îsal du qat zêde sîr hat çandin.
Van rojan jî gihayên di nav sîran de tên radikin da ku sîr baştir çêbibin.
Sîrên meha borî hatin çandin wê di meha gulanê de bên rakirin.