Çar giravên li ser Gola Wanê bala geştiyaran dikişînin

Çar giravên li ser Gola Wanê bala geştiyaran dikişînin

Girav û qeraxên li Gola Wanê di demên dawîn da bala geştiyarên xwemalî û biyanî dikişînin.

Girava Axtemarê, Girava Çarpanakê, Girava Adirê û Girava Çûkan yên li ser Gola Wanê bi tebîet û berhemên xwe yên dîrokî bala geştiyaran dikişînin.

Gola Wanê bi çar giravên ku li serê ne tevî qîmetên xwe yên çandî û dîrokî ji bona geştiyar û wênekêşan dereke girîng e.

Geştiyarên biyanî û xwemalî yên tên Wanê bi kelekan tên serdana giravan û wênekêş ji bona wêneyên xweş bikişînin li ser giravan digerin.

Midûrê Çand û Turîzmê yê Wanê Erol Uslu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku îsal turîzma Wanê zehf xweş bû û got ku 25 hezar kesî Girava Axtemarê ziyaret kir.

Fatma Koroglu Çelika Girava Çarpanakê ziyaret kir got ku cara ewl têm vir, bi tebîeta xwe dereke zehf xweş e.

Sedat Yilmazê wênekêş jî diyar kir ev der dereke zehf pak e û got ku em îro bi komeke ji 70 kesan pêk tê hatine li vir digerin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE