Li Muşê bı hîbeya dewletê cara ewil trîtîkale, bi kurmancî genimok hat çandin. Tê gotin ku genimok li gelek welatan ji bo êmê heywanan tê çandin û berekî gelek baş dide. Tê eşkerekirin ku îsal li Muşê zêdetirî 6 hezar donim trîtîkale hatiye çandin.
Trîtîkale bi bejna xwe, bi simbilên xwe dişibe genim. Lewra bi mezckirina genim û şilêl hatiye çêkirin.
Lê belê trîtîkale tenê ji bo êmê heywanan tê çandin.
Li Muşê jî bi hîbeya dewletê cara ewil trîtîkale bi Kurmancî genimok hat çandin.
Cotkar Cüneyt Şener dibêje ku rewşa genimokê wî gelek baş e û hêvî dike ji 30 donim erdî 30 ton genimok were.
Midûrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehmet Aydın jî got, “Îsal li Muşê li ser 6 hezar û 250 dinom erdî genimok hatiye çandin.”
Tê destnîşankirin ku trîtîkale tenê ji bo êmê heywanan tê çandin û ji gelek gihayên din baştir ber dide.