Cara sêyan "alaya hêşîn" dan Behra Vanê

Cara sêyan xelata "alaya hêşîn" dan Pereva Meleqasimê ya li Tuşbaya navçeya li rexê Behra Vanê.

Cara sêyan "alaya hêşîn" dan Behra Vanê

Cara sêyan xelata "alaya hêşîn" dan Pereva Meleqasimê ya li Tuşbaya navçeya li rexê Behra Vanê.

Di daxuyaniya Şaredariya Tuşbayê da hat diyarkirin ku Weqfa Perwerde Hawirdorê ya Navneteweyî (FEE) di sala 2018an da xelata "alaya hêşîn" da Pereva Meleqasimê.

Li qada 22 hezar mêtreqere digre û perava Meleqasimê di 33 mijarên wekî xizmetên ewlehiya can, îmkanên ji bo astengdaran, tesîsên parzûnkirina avê û analîza avê da kontrol hatin kirin û piştî vê xelat hat dayîn.

Siracettîn Bakanê Midûrê Kontrol û Parastina Hawirdorê ya Şaredariya Tuşbayê li ser navê Weqfa Perwerde Hawirdorê ya Tirkiyeyê Salih Akmanê Şaredarê Tuşbayê ziyaret kir û xelata "Alaya Hêşîn" teqdîm kir.

Akman got ev cara sêyan e xelatê distînin ji ber vê kêfxweş e û ji bo parastina xweşikahî û paqijiya Behra Vanê dibê her kes wezifeya dikeve ser milan bike.

Akman got xelat nîşaneya paqijiya avê, tenduristî, ewlehî û hawirdora paqij e û wiha pê da çû: "Plaj bi tenê ji paqijiyê pêk nayê, xêncî vê di 33 krîteran da tê nirxandin. Bicîanîna van krîteran zor e. Kêmasiyek jî hebe xelta tê derkirin. Alaya me ya hêşîn ew ê îsal jî li perav li ba bibe."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE