Şukrî Necarê 17 salî ji bo ku sebra xwe pê bîne li tembûrê dide
Şukrî Necar ji Afrinê ciwanekî 17 salî ye û çavên wî nabînin. Ew jî ji bo ku sebra xwe pê bîne li tembûrê dide…
Dema 8 salî bû li dibistanê qezayek hat serê wî û çavên wî kor bûn. Ew jî tembûrê girt destê xwe û cardin berneda. Dema bêhna wî teng dibe tembûra xwe digire destê xwe û stranên ji hev xweşiktir dibêje.
Şukrî gelek caran sebra xwe bi tembûrê tîne û bi dengê xwe êşa dilê xwe vedimirîne.
Ciwanê 17 salî dixwaze dermenekî ji çavên xwe re bibîne.