Çûçikan ji sermayê diparêzin

Ji bo çivîkan ji textikan hêlîn çêkirin...

Çûçikan ji sermayê diparêzin

Keç û xortên Navenda Ciwaniyê yên Ercîşa Vanê ji bo çûkan ji sermayê biparêzin, ji textikan malik çêkirin û bi daran ve daliqandin. Ciwan ji bo birçî nemînin jî hundirê hêlînan bi êm tije kirin.

Ji textikan ji bo çûçikan malik çêkirin...

Keç û xortên Navenda Ciwaniyê yên Ercîşa Vanê ji bo çûçik ji sir û seqemê zirarê nebînin ji wan re wek starekê malik çêkirin.

Ciwanan hêlînên ku çêkirin birin li ser dîwar û guliyên daran daliqandin.

Ji bo çûçik birçî nemînin jî hûndirê malikan bi êm tije kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE