Cehd kirin û dest bi xwendinê kirin

Jinên ku heta niha hînî xwendina Quranê nebûbûn niha bi rihetî dixwînin

Cehd kirin û dest bi xwendinê kirin

Li Mehserta Mêrdînê jinên ku heta niha derfetên wan çênebûbûn û hînî xwendina qurana pîroz nebûbûn, bi saya kursa li bajêr dest bi xwendina quranê kirin. Li vê kursê nêzî 15 jin dersa quranê dibînin.

Li Mehserta navçeya Mêrdînê, Navenda Piştgiriya Malbatî ji bo jinan kursa Qurana Pîroz vekir.

Jinên ku heta niha hînî xwedinê nebûbûn, li vir dersên Quranê dibînin.

Temenê wan di navbera 30 û 60 salî de ye, cehd kirin û niha bi rihetî Quranê dixwînin.

Jinên ku di nav heftê her roj tên xwendinê, ligel dersên Quranê, dersên îlmîhal û îlmên olî jî dibînin.

Jin bi van dersan gelek kêfxweş in.

Bi hewl û xîret nîşan didin ku di her temenî de xwendin mimkûn e.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE