cejna çarşema sor

Bi hezaran Êzidiyî ji bo pîrozbahiyan berê xwe da Laleşê...

Çarşema sor wek sersala êzîdiyan tê zanîn. êzîdiyên iraqê li laleşê cejnê pîroz dikin. ji bo pîrozbahiyê li çar aliyên cîhanê bi hezaran êzîdî hatin Laleşê.

Di dîroka Êzîdiyan de Cejna Çarşema Sor wek ser salê tê qebûlkirin.

Li herêma Laleşê ya bajarê Duhokê bi hezaran êzîdî ji bo pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor hatin ba hev.

Ji ber ku rêxistina terorî DEAŞ’ê Şengal îşgal kir û bi hezaran êzîdî qetil kir; girîngiya pîrozbahiyên cejnê zêde ye.

Di roja Çarşema Sor de li Mabeda Laleşê 365 mûm tên vexistin.

Lîderê dînî yê Êzîdiyan Şêx Adiyê ku di sala 1162an de jiyana xwe ji dest da û gora wî jî li Laleşê ye. Ji bo vê yekê di Geliyê Laleşê de qerabalixiyeke mezin çê dibe.

Tê texmînkirin ku li ser dinyayê nêzî milyonkî Kurdên Êzîdî hene. Di serî de Bakurê İraqê heye, li Sûriye, Tirkiye, Rûsya, Ermenistan, Gurcistan û welatên din ên Ewropayê ne.

Dîroka nûkirinê: 20 Nîsan 2019, 15:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE