Cejna şivanan

Li Karsê her sal bi merasîmekê beranan tevlî keriyê pez dikin

Cejna şivanan

Li Kağızmana Karsê tevlîbûna beranan a ji bo keriyê pez wek cejnekê tê pîrozkirin. Di cejna bi navê “cejna şivanan” de beran tên xemilandin û tevlî kerî tên kirin.

Beran tên boyaxkirin û xemilandin. Piştre jî bi merasîmekê tevlî keriyê pez tên kirin.

Ev yek di her cejna şivanan de tê kirin.

Li Kağızmana Karsê ji mêj ve çandeke wiha heye. Bi taybetî di destpêka payîzê de tê kirin.

Gundî sêv û hinaran jî bi beranan ve dikin.

Wisa bawer in ku bi vê yekê xêr û bereket zêdetir dibe.

Di dawiyê de beran wek zava tevlî kerî tên kirin.

Beran heta biharê di nav pez de dimîne piştre di meha gulanê de tên derxistin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE