Li Dêrika Mêrdînê welatiyê ermenî Zekeriya Sabuncu bi tenê dije, eqrebayên wî li Stenbolê ne. di cejna paskalyayê de bi tenê çû dêra ermaniyan ya sûrp kevorkê. lê welatiyan ew bi tenê nehîştin û cejna wî pîroz kirin.
Zekeriya Sabuncu 40 sal berê ligel malbata xwe koç kiribû û çûbû Stenbolê.
Lê 8 sal berê ji bo mesleke bav û kalan, ji bo çêkirina sabûnan vegeriya Dêrika Mêrdînê.
Malbata wî li Stenbolê ye û niha li Dêrikê bi tenê dije.
Gelê Dêrikê di Cejna Paskalyayê de ew bi tenê nehîştin.
Welatiyan li Dêra Ermeniyan ya Sûrp Kevorkê cejna Sabuncu pîroz kirin.
Zekeriya Sabuncu piştî merasîma cejnê li welatiyan îkram belav kirin.
Sabuncu şekir dan zarokên li kolanan û karkerên înşeatê.