Li Qersê hin heywandar ji ber qêleqij û kelekela havînê heywanên xwe di Çemê Qersê da hênîk dikin.
Li Kuçuk Çatmaya gundê Arpaçaya navçeya Qersê ji ber ku bi roj germahiya hewayî car caran derdikeve 30-35 pileyî loma jî cotkar karê ber destê sibehê yan jî danê êvarê dikin û heywandar jî ji bona heywanên wan hênîk bibin dikin avên cemidî.
Welatiyên ku heywandariyê dikin ji ber qêleqij û kelekela havînê pezên xwe di Çemê Qersê da hênîk dikin.
Îbrahîm Aydinê heywandariyê dike got di kelekela havînê da heywan aciz dibin û got ku loma jî em heywanên xwe di Çemê Qersê da dişon û hênîk dikin.
Aydin destnîşan kir heywan jî mîna însanan ji germê aciz dibin û wiha got: "Loma jî em rojê 2-3 caran heywanên xwe tînin ser avê. Em heywanên xwe di avê da dişon û hênik dibin. Roja din heger dîsa germ be em cardin tînin û dikin avê."
Serkan Guneş jî diyar kir tevî hevalan kom dibin û heywanên xwe tînin Çemê Qersê û wiha axivî: "Em heywanên xwe di Çemê Qersê da baş dişon. Îsal hewa germ bû û tesîrê li heywanan dike. Em rojê saetek heywanan di avê da hênîk dikin. Wexta heywan paqij dibin mêş li wan danaynin."
AA