Çemê Sînegê ya li Diyarbekirê ji bo bêhnvedanê balê dikşîne

Çemê Sînegê ya li Diyarbekirê ji bo bêhnvedanê balê dikşîne

Li Diyarbekirê kesên ji ber şewba vîrusa koronayê û germê aciz dibin û dixwazin li cihekî hênik û bêdeng bêhna xwe bidin diçin ber Çemê Sînegê.

Navçeya Çêrmûkê bi germavên ji bo gelek nexweşiyan baş in, bi Çemê Sînegê ya ku cihê kesên hilkêşîna zinaran û raftîngê hez dikin e, Çiyayê Gelîncîkê ya ku bûye mijara efsaneyan û dişibe perîbaceyan û gelek nirxên dîrokî, çandî û siruştî ji hêla gelek turîstan va tê ziyaretkirin.

Çemê Sînegê ya ku li navçeyê ye jî ji hêla kesên cihên bêdeng, hênik û siruştî hez dikin cihekî navdar e.

- "Em ji bo mêvanên xwe xizmetê dikin"

Şaredarê Çermikê Şehmus Karamehmetoglu ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand di van mehên germ da gelek mêvan û ziyaretvan tên navçeyê.

Karamehmetoglu got navçe ji bo turîzmê cihekî girîng e, ew ji bo turîzmê pêşva bibin gelek xebatan dikin.

Karamehmetoglu wiha axivî: "Paqijî, rêberî, xebatên binesaziyê di serî da em ji bo mêvanên xwe xizmetê dikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE