"Çemê xoyê" yê di nav axa sor da merivan şaş û metel dihêle

 Li Iğdırê ji Çiyayê Xoyê av dikişe çemê xoyê derdikeve holê. Çemê xoyê dîmenên xweşik derdixe holê.

"Çemê xoyê" yê di nav axa sor da merivan şaş û metel dihêle

Li Iğdırê ji Çiyayê Xoyê av dikişe çemê xoyê derdikeve holê. Çemê xoyê dîmenên xweşik derdixe holê.

Ava ji bintara Çiyayê Xoyê ya li Tuzlucaya navçeya Îdirê dikişe tevlî Çemê Eres dibe.

Doxên ava ji çiyê dikişe ji ber xoyê çîl û sipî dibe û wekî av cemidiye xanê dike. Ji ber rezereva xoyê li herêmê tu nebatek hêşin nabe, doxên avê yên ji nav axa sor ra dikişin didigîhin hev dibin çem û dîmenên xweşik derdixin holê. Kesên ku navê vê derê dibihîzin ji bo dîtinê tên li herêmê digerin.

Metîn Gumuştekînê ji gelê herêmê yê ji bo danasîna çemê xoyê bi dildarî xebatan dimeşîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Tuzluca ji hêla xoyê va ciyekî girîng e. Li vê derê ji kana xoyê av dikişe û dibe çem. Ji çêm xoyê dikişe."

Gumuştekîn destnîşan kir ku çemê xoyê paşê tevlî Çemê Eres dibe û wiha pê da çû: "Av dibe hilm û bi tenê xoyê dimîne û dibe wekî çemê xoyê. Ji bo herêmê çavkaniyeke girîng e. Gelek kesên tên vê derê dibînin dibêjin ku hetanî nika ciyekî wiha nedîtine."

- "Ku vê derê bidin nasîn ew ê ji bo navçeya me kêr were"

Gumuştekîn got ku di van demên dawîn da navê çemê xoyê gelekî tê zanîn û wiha axivî: "Bi piranî ji bajarên li der ûdorê, herêmên nêzîk ziyaretvan tên vê derê. Gelek kes dawiya hefteyê tên dîtina vê derê. Ji hêla turîzmê va potensiyela vê derê heye. Lêbelê nehatiye danasîn. Ku vê derê bidin nasîn ew ê ji bo navçeya me kêr were. Ew ê tevkariyê bide turîzma navçeya me."

- "Xwedîkirî em hatin, min berê ciyekî wiha qet nedîtibû"

Alî Doganê ji bo dîtina çemê xoyê hat herêmê jî diyar kir ku berê ciyekî wiha qet nedîtibû û wiha pê da çû: "Hevalên min gotin ku ciyekî wiha heye, min jî mereq kir û hatim vê derê. Xwedîkirî em hatin, min berê ciyekî wiha qet nedîtibû. Ava ji çiyê dikişe tu dibê cemidî ye. Xoyêya di çêm da kom bûye jî wekî berfê xanê dike. Bi rastî dîtina vê derê zehf baş bû."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE