Cemeda li serê Çiyayê Ağrıyê dihele

"Cemeda kumik" ya li lûtkeya çiya li ser qadeke 10,2 kîlometrekareyî ye, ji başûr digihêje Ava Ga ya li Bazîda Agiriyê û ji bakur jî digihêje Geliyê Cehenemê yê li Aralika navçeya Îdirê.

Cemeda li serê Çiyayê Ağrıyê dihele

Cemeda li serê Çiyayê Agiriyê yê ku bi 5 hezar û 137 raqima xwe va ciyê herî bilind ê Tirkiyeyê ye, ji ber guherîna av û hewayê û şertên hewayê dihele.

"Cemeda kumik" ya li lûtkeya çiya li ser qadeke 10,2 kîlometrekareyî ye, ji başûr digihêje Ava Ga ya li Bazîda Agiriyê û ji bakur jî digihêje Geliyê Cehenemê yê li Aralika navçeya Îdirê.

Endamê Hîndekariyê yê Beşa Coxrafyayê ya Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Îdirê Doç. Dr. Oguz Şîmşek ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, cemeda li lûtkeya Çiyayê Agiriyê ji heyama cemedî ya dawîn maye û lewma jî ji hêla herêmê va xwedî girîngiyeke mezin e.

Şîmşek bal kişand ku cemeda herî mezin a li Tirkiyeyê li Çiyayê Agiriyê û wiha dewam kir, "Cemedeke 10,2 kîlometrekareyî heye ku ji zîrweyê dişiqite û tê digihêje geliyên li quntarê çiya. Germbûna kurewî ya ku em li welatê me bandora wê bi awayekî berbiçav dibînin, mixabin tesîrê li cemeda li Çiyayê Agiriyê jî dike. Ji ber cemedên ku nexasim serê tîrmehê û meha tebaxê heliyan, hezaz çêbûn."

Şîmşek wiha dewam kir, "Hezîrana sala 1840î li geliyê ku em jê ra dibêjin Newala Cehenemê cemed qet dibe, ji jor da tê û di encamê da 1600 kes dimirin. Roja îroyîn jî li Çiyayê Agiriyê ji ber germbûna kurewî cemed dihelin. Nexasim li hêla başûr a çiyê li Newala Ga ku ji nêzîkî 4 hezar û 500 metreyî dest pê dike, cemed bi awayekî berbiçav dihele."

- "Ji bo çiyageran dibe ku bibe sedema rîskê"

Şîmşek bal kişand ku Çiyayê Agiriyê sembola herêmê ye û lewma jî her sal ji çarheqalê dinyayê gelek çiyager ziyaret dikin û her wisa helîna cemedan dibe ku ji bo çiyagerên dixwazin bên herêmê, bibe sedema rîskê.

Şîmşek wiha got, "Li welatê me van dawiyan bûyerên hewayê yên cuda cuda bi piranî ji ber germbûna kurewî çêdibin. Barana zêde ya li Herêma Behra Reş, germa zêde ya li Herêma Behra Spî, helîna cemedên li Çiyayê Cîloyê û Çiyayê Agiriyê yên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber zêdebûna germahiya dinyayê û germbûna kurewî xwe didin der."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE