Li Ozalpê welatiyekî centeyê ku nasname, kartên banqê û qasî 40 hezar lire pere tê de hebû teslimî şaredariyê kir.
Li gor agahiyan, li navçeya Ozalpê welatiyekî li pêşiya banqeyê centeyê ku nasname, kartên banqê û qasî 40 hezar lire pere tê de bû dît.
Welatiyê ku navê wî ne diyar cente bir şaredariya navçeyê û teslimî tîmên zabiteyan kir.
Zabiteyan di encama lêkolînê de tespît kir ku xwediyê cente Fadil Yazici ye. Tîman di encama xebatê da xwediyê cente dîtin û centeyê wî teslim kirin.
Yazici ji tîmên zabita û welatiyê ku centeyê wî dîtibû ra spas kir.
AA