Çewliga hilberîna qazan

Di 4 salan de hejmara qazên xwe 100 qat zêde kir.

Çewliga hilberîna qazan

25 salan li Elmanyayê jiya, lê paşê vegeriya welatê xwe Elezîzê û li navçeya Qovanciyanê Çewliga qazan ava kir. Edîp Yıldırımê ku di destpêkê de ji dewletê alîkarî girt, di 4 salan de hejmara qazên xwe 100 qat zêde kir. Yıldırım niha him qazan him jî goştê wan îxrac dike.

25 salan wek karkerekî li Elmanyayê di înşeatan de şixulî.

Lê paşê vegeriya welatê xwe Elezîzê û dest bi hilberîna qazan kir.

Edip Yıldırımê ku bi dehan salan li derveyî welêt ma, piştî vegerê li Qovanciyana Elezîzê çewligeke hilberîna qazan ava kir.

Yıldırımê ku di destêpêkê de ji dewletê piştgirî girt, di demeke kurt de qazên xwe 100 qat zêde kir.

Yıldırım got, ‘’Di serî de me bi çadirekê dest bi vî karî kir. Lê me niha li ser 140 donim erdî tesîske nû û modern çêkir. Piştî vê jî hilberîna me ya salane derket ser 150 hezarî.’’

Him qaz, him jî goştê qazan ê ku li tesîsê tê hilberîn, ji xeynî welatên Ewropayê îxracî Rojhilata Navîn jî dibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE