Çewliga masiyên sazanê

2 sal berê bi piştgiriya dewletê dest pê kir, niha masiyan difroşe bajar û dewletên din.

Çewliga masiyên sazanê

Karsazê Semsûrî li ser Bendava Atatûrkê çewligeke masiyên sazanê vekir. 2 sal berê bi 50 hezar masiyên biçûk dest bi vî karî kiribû. Niha salê 29 ton masî difroşe bajarên din ên Türkiyeyê û dewletên ereb.

Karsaz Remzî Keser 2 sala berê bi piştgiriya Midûriya Çandiniyê dest bi hilberîna masiyên sazanê kir.

Ji bo maliyet kêm bibe li ser Bendava Atatûrk, bi toran cih veqetandin û di wir de masî xweyî kirin.

Karsazê Semsûrî karê ku bi 50 hezar masiyên biçûk da destpêkirin di 2 salan de mezin kir.

Karsazê Semsûrî got,''Salê em 29 ton masî derdixin û difroşin. Li ser bendava Atatûrk me kendavek girt û em li wirê masiyan xweyî dikin. Li Türkiyeyê cara ewil e bi vî awayî masiyên sazanê tên xweyîkirin... Li herêmê gelek kendav hene. Bila hevalên din jî werin vî karî bikin.”

Masiyên sazan tên firotin dewletên Ereb jî.

Xwediyê çewligê Remzî Keser dibêje kesên wê di vî warî de bazirganiyê bikin wê qezenceke baş bi dest bixin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE